Kurmanji


Marqos 14  -  Îsa li ber Civîna Giregiran
61. Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir. Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: «Ma tu Kurê Yê Pîroz Mesîh î?»
62. Îsa got: «Ez im.Û ‹hûnê bibînin ku Kurê Mirov   Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye   Û bi ewrên ezmên tê.›




Lûqa 9  -  Îsa Kî Ye?
18. Carekê, gava wî bi tenê dua dikir, şagirtên wî li ba wî bûn û wî ji wan pirsî û got: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
19. Wan lê vegerand û gotin: «Hin dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e û hinekên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê rabûye.»
Şahidiya Petrûs a li ser Îsa
20. Hingê wî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs lê vegerand û got: «Tu Mesîhê* Xwedê yî!»
21. Îsa jî tembîh li wan kir û hişk emir da wan, ku ew vê yekê ji kesekî re nebêjin.
22. Wî got: «Divê Kurê* Mirov gelek cefayê bikişîne û ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan* ve bê redkirin û kuştin û roja sisiyan rabe.»

Yûhenna 14
29. Min ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin.




Peyxama Yûhenna 1
7. Va ye, ew bi ewran re tê.
Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî.
Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin.
Erê. Amîn.
...
17. Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî. Wî jî destê xwe yê rastê danî ser min û got: «Netirse, ez Yê pêşî û Yê Paşî me.
18. Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê* miriyan bi min re ne.




1Selanîkî  4
16. Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî, bi dengê serekmilyaket û bi lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin.
17. Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin.




Yûhenna 8
12. Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
...
23. Îsa ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me.
24. Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»
...
36. Loma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin.





Yûhenna 6
47. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye.






Pirs: Ma Xwedê heye? Ji bo hebûna Xwedê îsbat heye?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Ma-Xwede-heye.html

Pirs: Ma Îsa Xwedê ye? Ma Îsa qe îddia Xwedabûnê kirîye?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Ma-Isa-Xwede-ye.html

Pirs: Îsa Mesîh kî ye?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Isa-Mesih-ki-ye.html

Pirs: Pêşnûmaya xelasîyê/riya xelasîyê çî ye?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Pesnumaya-xelasiye.html

Pirs: Ma Bexşandin heye? Çawa ez digihîjim bexşandina Xwedê?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Bigihijin-bexsandina-Xwede.html

Pirs: Jîyana Sermedî Heye?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/Jiyana-Sermedi.html

Min hîn nû bawerî bi Îsa anî…nuha çi qewimî?
http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji/nuha-ci-qewimi.html






Yûhenna 14
6. Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.



Karên Şandiyan 10
43. Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne.»



Lûqa 4
40. Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin.
41. Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê* Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.



Îbranî 9
27. Û çawa ku ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e,
28. Mesîh jî ji bo ku gunehên gelekan hilgire carekê hat pêşkêşkirin. Cara diduyan, ew ne ji bo hilgirtina guneh, lê ji bo xilasbûna wan ên ku li hêviya wî disekinin, wê xuya bibe.



Metta 15
18. Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar* dikin.
19. Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr* ji dil dertên.




Peyxama Yûhenna 20
10. Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê de ne. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin.

Peyxama Yûhenna 21
8. Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest* û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»





Metta 28
16. Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê.
17. Gava ku wan ew dît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn.
18. Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.
19. Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad* bikin,
20. hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»


Marqos 16
14. Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû.
15. Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin.
16. Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin* wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin.





Metta 18
1. Wê gavê şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?»
2. Wî gazî zarokekî kir, di nav wan de da rawestandin
3. û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
4. Loma, kî xwe wek vî zarokî nizim bike, di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin ew e.
5. Û kî ku zarokekî weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike.
6. Lê kî ku yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê daleqandin û bikeve binê deryayê.
7. «Ji ber tiştên ku mirov ji rê derxin, wey li serê dinyayê! Nabe ku ev sedem neyên, lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.

Marqos 9
41. Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku tasek av bide we, ji ber ku hûn ên Mesîh in, xelata xwe qet winda nake.
42. «Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê.





........................................
Kurmancî
http://www.kitebipiroz.com/kurmanji/bible

Kurmancî  İncil -  - Audio - (download)
http://goo.gl/U67Cs
........................................
Sorani - سۆرانی
http://www.kitebipiroz.com/bible/
........................................
Behdini - بەھدینی
http://www.kitebipiroz.com/behdini/bible
........................................
Turkish İncil   (download)
http://ge.tt/9Xo2gbB?c  
.........................................
Turkish İncil  -  Audio  (download)
http://goo.gl/JqfFC
.........................................
اللغة العربية - الكتاب المقدس - Arabic (download)
http://ge.tt/2aNcM8J/v/0?c
.........................................
Farsi Bible  فارسی  (download)
http://ge.tt/9yjdXkB  
.........................................
Farsi Bible  فارسی   - Audio - (download)
http://alturl.com/ikqrv
.........................................






Yûhenna 10
17. Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim.
18. Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
...
27. Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.
28. Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe.
29. Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe.
30. Ez û Bav yek in.»
31. Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran.
32. Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?»
33. Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran* didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»





Lûqa 5
20. Gava wî baweriya* wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te hat bihûrtin.»
21. Şerîetzan* û Fêrisiyan* dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî* Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»
22. Îsa bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin?
23. Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim: ‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve here!›
24. Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
25. Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da.





Lûqa 8
26. Ew çûn herêma Girasîniyan a ya ku diket pêşberî Celîlê.
27. Gava ew derket ser bejê, mirovek ji wî bajarî rastî wî hat ku bi cinan ketibû. Wî ji mêj ve cil li xwe nedikirin û li malê nedima. Ew li nav goristanan dima.
28. Gava wî Îsa dît, kir qîrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: «Ma te çi ji min e, ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz? Ez lava ji te dikim, min nede ezabê.»
29. Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan.
30. Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Wî got: «Lejyon*», ji ber ku gelek cin ketibûn wî.
31. Cinan ji Îsa lavlav kir, da ku ew emir li wan neke, ku ew herin kortala* bêbinî.
32. Li wê derê garaneke mezin a berazan li pala çiyê diçêrî. Cinan jê lava kir, ku ew destûrê bide wan, da ku ew bikevin wan berazan. Wî jî destûr da wan.





Yûhenna 11
23. Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.»
24. Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja* Vejînê ewê dîsa rabe.»
25. Îsa ji wê re got: «Vejîn* û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî.
26. Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»
27. Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan*, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.»
...
39. Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.»
40. Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?»
41. Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.
42. Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
43. Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!»
44. Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
45. Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn.




Yûhenna 3
16. Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.
17. Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe.
18. Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê* Xwedê yê yekta neaniye.




Karên Şandiyan 4
12. Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»




1Yûhenna 1
7. Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.




Metta 6
7. «Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan* gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan* wê bên bihîstin.
8. Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê* we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
9. «Hûn bi vî awayî dua bikin:
    Bavê me yê li ezmanan,
    Navê te pîroz* be.
10. Bila padîşahiya te bê.
    Daxwaza te wek li ezmên,
    Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
11. Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
12. Û li deynên me bibihûre,
    Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
13. Û me nebe ceribandinê,
    Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
    Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn*.





Metta 5
11. Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.
12. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên* beriya we jî.




Lûqa 24
33. Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin.
34. Wan ên din digotin: «Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn* daye.»
35. Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir.
36. Hê ew wusa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we be!»
37. Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin.
38. Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne?
39. Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!»
40. Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan.
41. Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»
42. Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî.
43. Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar.
44. Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
45. Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên* Pîroz fêm bikin.
46. Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe
47. û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin.
48. Hûn şahidên van tiştan in
49. û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.»
50. Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin.
51. Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên.
52. Ew jî perizîn* wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê.
53. Û ew her dem di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.




Tîtos 2
11. Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû
12. û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn
13. û li benda hêviya pîroz* û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin.





Yûhenna 5
25. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê* Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn.
26. Çimkî çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be.
27. Wî desthilatiya dîwankirinê jî da wî. Çimkî ew Kurê* Mirov e.
28. Li vê yekê şaş nemînin, çimkî ew wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin
29. û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin.





Yûhenna 20
24. Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû.
25. Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan* dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.»
26. Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.»
27. Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»
28. Tûma lê vegerand û got: «Xudanê* min û Xwedayê min!»
29. Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!»
30. Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê* de nehatine nivîsîn.
31.Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.





Yûhenna 1
11. Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir.
12. Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî* bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê.
13. Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.




1Yûhenna  3
1. Binêrin, Bav* çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin! Û em ew in. Ji ber vê yekê dinya me nas nake, çimkî ew nas nekir.[a]
2. Hezkirîno, niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî. Çimkî ew çawa ye, emê wî wusa bibînin.

No comments:

Post a Comment